Gelek kuştî û birîndar hene.
Çapemeniya Sûrî belav kir ku, sibehiya zû îro şemî, balefirên şer yên Îsraîlê, êrîşî ser çend navendên leşkerî yên rejîmê yên li derdorê Dîmeşqê kirine.
Çapemeniya Sûrî dibêje her çend gelek mûşek hatin pûçkirin lê çend mûşek jî ber çend navendên leşkerî ketine û di encam de herî kêm 5 leşker hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve jêderên hayedar behsa vê yekê dikin ku, Îsraîlê ji çend aliyan ve êrîşî ser navendên leşkerî yên Îran û çekdarên Îranî kiriye û di encama êrîşa han de gelek çekdarên rejîma Îranê li derdorê Dîmeşqê hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin