Tirkiye bo çekdarên Sûrî: Ji Tirkiyeyê derkevin

MIT gotiye emê têkiliyên xwe li gel rejîmê normal dikin.
کوردستان TV
100%

MÎTa Tirkiyeyê li gel çekdar û opozîsyona Sûrî civiyaye û wan hayedar kiriye.

Li gor nûçeyeke mdeast şandeke mîta Tirkiyeyê di rojên derbasbûyî de li gel rayedar û berpirsên opozîsyon û komên çekdar yên Sûrî civiyaye.

Di civînê de şanda mîta Tirkiyeyê ragihandiye ku, hikûmet siyaseta xwe ya li hember Sûriye û rejîma Sûriyeyê guhertiye û niha hewl dide ku, têkiliyên xwe yên li gel rejîmê normal bike lewre lazime opozîsyon û komên çekdar yên Sûrî heta beriya dawiya salê ji axa Tirkiyeyê derkevin.

Weke tê zanîn beriya niha ajanseke Îranî ya bi navê tesnîmê jî nûçeyeke wisa belav kiribû, lê rayedarên Tirkiyeyê ev nûçe red kiribûn.

Mdeast herwiha diyar kiriye ku, mît ji opozîsyon û komên çekdar yên Sûrî re gotiye ku, lazime heta beriya dawiya salê tevahiya navendên opozîsyonê werin daxistin û dawî bi karûbarên opozîsyonê were anîn û evin ku, dixwazin bibin welatiyên Tirkiyeyê jî lazime dev ji karûbarên siyasî û leşkerî berdin.

Weke tê zanîn heta niha Tirkiye mehane 500 dolar weke mûçe dide her endamekî opozîsyona Sûriyeyê.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.