Dibêje me droneke taybet bo Îsraîlê çê kiriye.
Aloziyên navbera Îran û Îsraîlê û gefên berdewam y ên Îranê li dijî Îsraîlê didomin û di vê çarçoveyê de, Fermandarê hêzên bejahî yên artêşa Îranê Jeneral Keyumers Heyderî gef li Îsraîlê kir û ragihand ku, Îran droneke taybet bo êrîş kirine ser Îsraîlê çê kiriye.
Heyderî eşkere kiriye ku, pisporên Îranî karîne dronek ku, bikarêbe ji Îranê heta Îsraîlê bifire û êrîşî ser armancên xwe bike çê kirine û ev drone han taybet bo êrîş kirine ser Îsraîlê hatiye çêkirin.
Nav hatî eşkere kiriye ku, navê drone han Areş 2 ye û bo lêdana bajarên Heyfa û Til Avîvê hatiye çêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin