Navendeke girîng ya Aşûrî li Hewlêrê hat vekirin

vekirina navenda han gaveke gelek girînge bo Kurdistan û deverê.
کوردستان TV
100%

Baregeha Patiriyarkê ya dêra Rojhilatê ya Aşûriyan bi amadebûna Serok Barzanî hat vekirin.

Duhê duşem bi amadebûna Serok Barzanî navenda baregeha sereke ya Patiriyarkê dêra Aşûriyan ya Rojhilatê li Hewlêrê hate vekirin.

Di merasîmê da Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir ku, ev jî naveroka gotarê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên birêz…

Gelek kêfxweşim ku îro li gel we di vê merasîma han de beşdarîn. Ev nîşaneya wê peywendiya dîrokiye ku sed sal berî niha di navbera her du şehîdên mezin Şehîd Şêx Abdulselam Barzanî û Mar Şemun hatine çêkirin.

Di wê serdemê de bingeha pêkvejiyanê û birayetiyê hate danîn, ji wê xweştir nîne li welatek de hemû wekî bira pêkve bijîn. Girîng eweye em hemû xweda perestbin, ew ji her tiştekî girîngtire.

Ji bo me jî cihê serbilindî û şanaziyê ye ku ew çand bûye çanda hemû xelkê Kurdistanê bi hemû ol û netewe û mezheban ve divê li ser jî berdewam bîn. Ez pîrozbahiya vê dêra mezin li hemû birayên mesîhî dikim.

Tekez dikin ku em berdewam dibîn li piştevaniya hemû xelkê Kurdistanê bibê cûdahî li her neteweyek û ol û mezhebek bin, welat welatê me hemûyane divê em hemû bi birayetî û bi serbilindî û bi azadî têda bijîn. Daxwaza serkeftin û bexteweriyê ji bo we hemûyan dikim.

Gelek spas.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.