Rayedarekî hêzên çekdar yên Îranê mir

dema ji sînorê Mihranê vegeriyaye rastî bûyereke tirafîkê hatiye.
کوردستان TV
100%

Di bûyereke tirafîkê de miriye.

Li gor nûçeyeke malpera Îran înternatonal, rayedarekî bilind paye yê hêzên çekdar yên Îranê di dema vegerê ji Îraqê rastî bûyereke hatûçûyê hatiye û miriye.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, navê wî rayedarê han Teqî Husêniye, nav hatî berpirsê karûbarê siyasî û îdeolojîkî yê hêzên çekdarên Îranî û spaha Qudise û di deme vegera xwe sînorê Mihranê ya di navbera Îran û Îraqê de, li ser rêya Îlamê rastî bûyereke tirafîkê hatiye û miriye.

Nav hatî ji bilî postê han yê leşkerî hevdem berpirsê navenda parastin û belav kirina mîrasên berevaniya pîroz ya li bajarê Hemedanê jî bûye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.