Dibêje piraniya wan Îranî ne.
Berpirsê giştî yê deriyên sînorî yên Îraqê Omer Wayilî ragihand ku, hatina welatiyên biyanî bi taybetî Îranî û oldarên şîe bo Îraqê bo beşdarî kirin di merasîmên çileya Îmam Husên de berdewame.
Omer Wayilî herwiha eşkere kiriye ku, heta niha zêdetir ji 3 miliyon kesên biyanî bo beşdarî kirin di merasîmên çileya Îmam Husên de hatine Îraqê ku, piraniya wan welatiyên Îranî ne.
Nav hatî ev yek daye diyarkirin ku, sedî 70 wan welatiyan bi rêya her du deriyên sînorî yên Zirbatiye û Mihranê bûye.
Weke tê zanîn ev çend roje bi rêya deriyên sînorî yên Kurdistanê jî hijmareke zêde welatiyên Îranî serdana Îraqê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin