Yair Lapid: Ti rêkeftin nayê îmzekirin

welatên Ewrûpî û Amerîka li hember bernameya Îranê gomanên xwe hene.
کوردستان TV
100%

Spasiya sê welatên Ewrûpayî dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid jiber helwesta her yek ji Almanya, Franse û Amerîkayê ya li hember bernameya etomiya Îranê û hewldanên heyî yên bo îmze kirina rêkeftineke nû ya di navbera cîhan û Îranê de li ser bernameya etomiya Îranê, spasiya wan her sê welatan kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ev yek eşkere kir ku, ti rêkeftineke nû di navbera welatên cîhan û Îranê de nayê îmzekirin û nabe were îmzekirin.

Lapid tekez li ser vê yekê kiriye ku, dosyeyên vekirî yên Îranê yên di ajansa etomî ya cîhanê de di demeke nêz de werin daxistin û rêkeftin li gel Îranê nayê îmzekirin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.