Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşeke netewî ya tevahiya xelkê Kurdistanê bû

di bîranîna 61 saliya destpê kirina şoreşa Îlonê de peyamek weşand.
کوردستان TV
100%

Îro mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê bibîr tînin ku, şoreşa mezin ya Îlonê ye, ev şoreşa han werçerxaneke dîrokî û şoreşeke seraserî ya xelkê Kurdistanê bû bi tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên cuda bi Serokatiya Rêberê netewiyê me Mistefa Barzaniyê nemir.

Yek ji girîngtirîn û pirbuhatirîn taybetmendiyên şoreşa Îlonê, yekrêzî û yekgirtî bûna gelê Kurdistanê bû ku, jiber berxwedan û îradeya bihêz ya xelkê Kurdistanê, dijmin neçar ma beşek ji mafên netewî û nîştimanî yên reva yên gelê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina 11ê Gulanê de qebûl bike.

Herwiha mezintirîn pênasa şoreşa Îlonê, guhertina raperîn û xebata navçeyî bû bo şoreşeke netewî li seraserê Kurdistanê û ava kirina hestê netewî û nîştimanî di nava tevahiya welatiyên Kurdistanê de.

Îro ku, em şoreşa mezin ya Îlonê bibîr tînin, lazime tevahiya alî û pêkhateyên gelê Kurdistanê, hevhelwest û yekdeng bin bo berevanî kirin ji mafên xwe yên destûrî û destkeftiyên netewî ku, xelkê Kurdistanê bi dehan sal bo bidest xistina wan xebat dike û qurbaniyan dide.

Di salvegera şoreşa Îlonê de bi rêzdarî ve tevahiya pêşmerge û ev kesên ku, beşdarî di şoreşê de kirine bibîr tînin.

Silav bo rihê paqêj yê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Serokê hikûmeta herêmê

Mesrûr Barzanî

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.