Jiber êrîşên dîcîtalî bo ser Albanyayê Îran ceza dikin.
Her yek ji Amerîka û NATO diyar kirin ku, jiber êrîşên dîcîtalî (hack) yên Îranê yên bo ser Albanyayê ku, endameke NATOyê ye, biryar dane ku, dorpêçên dijwar bixin ser wezîrê karûbarên îtlaat, wezareta îtlaat û çend rayedarên din yên Îranî.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî komên ser bi îtlaata Îranê çend navendên fermî yên Albanî hack kiribûn û jiber vê çendê jî Albaniya tevahiya têkiliyên xwe yên dîplomatîkî li gel Îranê qut kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin