Serokwezîr li gel şandeke YE civiya.
Îro danê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Yekîtiya Ewrûpayê ya li Îraq û Sûriyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke hevbeş ya Yekîtiya Ewrûpayê li Îraq û Sûriyeyê bi Serokatiya Balyozê YE yê li Îraqê birêz Villa Variola kir.
Di civînê de ku, berpirsê nuneratiya Ewrûpayê yê li Sûriyeyê Dan Stowensku û Serokê nû yê nuneratiya Şêwirmendiya YE yê li Îraqê birêz Endirs Wêberg jî têde amadebûn, me giftûgo derbarê pêşhatên dawî û guhertinên Îraq û Sûriyeyê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û YE kir.
Piştî pêşkêş kirina kurteyek ji kar û çalakiyên YE yên li Îraq û Sûriyeyê balyoz Villa Variola stayîşa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê û hewlên awedan kirinê kir ku, niha li herêma Kurdistanê de hene û amade bûna YE jî bo her cure hevkarî û hemahengiyekê li gel hikûmeta herêmê diyar kir.
Serokê nuneratiya YE li Sûriyeyê spasiya hevkariyên însanî yên hikûmeta herêma Kurdistan yên bo penaberên Sûrî yên li herêmê û karasaniyên bo hatûçûya navbera herêma Kurdistan û navçeyên din yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Di berdewamiya civînê de jî me balkêşande ser têkiliyên bihêz û dostane yên di navbera herêma Kurdistan û welatên YE û xwesteka pêşde birina zêdetir ya wan têkiliyan di her warî de diyar kir.
Di mijareke din ya civînê de piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistan di demeke nêz de diyar kir û amadebûna hikûmetê jî bo pêşkêş kirina her cure hemahengî û karasanî bo vê yekê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin