Di civînê de behsa rewşa deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke wezareta derve ya Amerîkayê ya bi Serokatiya alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Xatû Barbara Leaf kir.
Di civînê de ku, balyoza Amerîkayê ya li Bexda û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, Barbara Leaf silav û rêzên Serokê Amerîka Jeo Biden gehandine Serok Barzanî û anî ziman ku Biden girîngiyeke gelek zêde dide herêma Kurdistanê û herêma Kurdistanê jî di nava siyaseta derve ya Amerîkayê de xwedan cîheke taybete û tekez li ser vê yekê kir ku, serwerî û aramiya herêma Kurdistan û Îraqê bingeha aramî û pêşkeftina deverê ye.
Leaf di berdewamiya axaftinên xwe de behsa vê yekê kir ku, Amerîka xwedan xwestekeke bihêze bo berfiretir kirina têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistan û hikûmeta federalî. Nav hatî rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî ya bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê diyar kir û ragihand ku, Serok Barzanî bi jîrane û bandora xwe ya bihêz, bo çareser kirina kêşeyên Îraqê zêdetir rola xwe bilîze.
Her di heman civînê de Serok Barzanî jî rixmî bixêrhatin kirina şanda mêwan silavên xwe bo Serokê Amerîkayê şand.
Serok Barzanî herwiha bi awayeke kurt behsa rewşa siyasiya Îraqê û sedemên qirîzên heyî bi taybetî qirîza siyasî ya li Îraqê kir. Serok barzanî anî ziman ku, çavkaniya tevahiya kêşe û qirîzên siyasî yên li Îraqê pêbend nebûna Bexdayê ye bi destûrê û nemana pirensîbên hevbeşî, hevsengî û lihev kirinê di nava prosesa siyasiya Îraqê û rêz negirtin ji encamên hilbijartinan e.
Di berdewamiya axaftinên xwe de Serok Barzanî ragihand ku lazime babetên bingehîn di navbera herêm û Bexdayê de di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin û lazime her rêkeftin û pêk anînek jî li ser esasê destûrê be û got: Lazime li Îraqê bo çareser kirina kêşeyan çanda hevûdu qebûl kirinê were bihêztir kirin û nabe aliyek hewl bo ji nav birina aliyeke din bide û lazime rêz ji destûrê were girtin.
Derbarê hilbijartinên pêşwexte de jî Serok Barzanî ragihand ku ti kêşeyeke wan li gel dubare kirina hilbijartinan tuneye lê bi mercek ku zemînesaziya siyasî û destûrî jê re were kirin û ti pêkhateyek neyê tecrîdkirin û rêz jî ji encamên hilbijartinan were girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin