500 hezar Îranî bi rêya Kurdistanê serdana Îraqê dikin

îro jî karwana duyem derbasî Kurdistanê dibe.
کوردستان TV
100%

Vê li Hewlêrê ber bi Necef û Kerbelayê ve biçin.

Li gel nêz bûna dema çileya Îmam Husên, hatina welatiyên Îranî bo Kurdistan û Îraqê bo beşdarî kirin di çileya Îmam Husên de destpê kir.

Di vê çarçoveyê de duhê yekem karwana welatiyên Îranî bi rêya deriya sînorî ya Hac Omeranê gehêşte Kurdistanê û li cîhên taybet yên ku, bo wan hatine dabînkirin, hatin bicîhkirin û pişt re jî vê ji Hewlêrê ber bi Necef û Kebelayê ve birê bikevin.

Her di heman çarçoveyê de vê îro karwaneke din ya welatiyên Îranî bi rêya deriyên sînorî yên weke Hac Omeran, Başmax û deriyên din derbasî Kurdistanê bibin û ji Kurdistanê jî derbasî Îraqê bibin.

Aliyên têkildar behsa vê yekê dikin ku, vê îsal 500  hezar Îranî bi rêya Kurdistanê serdana Îraqê bikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.