Kêmtir ji hezar terorîstên DIŞIê li Îraqê mane.
Duhê navenda antî terora Îraqê raportek lidor hebûna terorîstên DIŞIê di nava axa Îraqê de belav kir.
Di raporta navendê de hatiye diyarkirin ku, li gor zaniyariyên îstîxbaratî niha li seraserê Îraqê kêmtir ji hezar terorîstên DIŞIê mane.
Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, hêzên Îraqî û hêzên pêşmerge bihevbeşî oprasiyonên gelek mezin li dijî terorîstan lidar dixin û derbên dijwar li wan didin lewre hijmara terorîstan li Îraqê kêm bûye û niha weke berê terorîst nikarin bi eşkere liv û tevgeran bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, niha DIŞI nikare ti cîhekê kontrol bike û li cîhekê bimîne û tenê mişxûlî xwe veşartine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin