Li Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine revandin.
Li gor raporteke belge kirin û dokomênt kirina binpêkirinên li Efrînê ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve, tenê di nava 9 mehên sala 2022an de, bi giştî 530 welatiyên Kurd şêniyên Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine revandin.
Di berdewamiya raportê de ev yek hatiye diyar kirin ku, ev hijmara han, li hember bûyerên revandinê ku, çê bûne gelek kême jiber ku hijmara rastîn gelek zêdetir û tenê belge û dokomêntên revandinê yên 530 kesan gehêştine destê wan.
Navendê eşkere kiriye ku, artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bo azad kirina welatiyên Kurd yên revandî ji kesûkarên wan daxwaze pereyan dikin.
Weke tê zanîn piştî dagîrkirina Efrînê rixmî dom kirina prosesa guhertina demogirafiya vê bajarê, hevdem zilim û zordarî li ser şêniyên vê bajarê jî didomin û bax û daristanên bajar jî hatine wêrankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin