Cebelxaneya komeke çekdar li Îraqê hate teqandin

heta niha zaniyarî derbarê zirarên teqînê de nehatine bidestxistin.
کوردستان TV
100%

Ev cebelxane ya koma Esayîbî Ehlî Heq bûye.

Li gor çapemeniya Îraqê duhê li navçeya Siwêre ya li parêzgeha Wasît teqîneke mezin di nava cebelxaneyeke koma çekdar ya Esayîbî Ehlî Heq de çê bûye.

Heta niha zaniyariyên hûr derbarê sedema teqînê û zirarên teqînê de nehatine belavkirin.

Lê hin jêder behsa vê yekê dikin ku, teqîn jiber bilind bûna pileyên germiyê çê bûye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.