Teqîn li berdem balyozxaneya Rûsyeyê çê bûye.
Li gor çapemeniya Cîhanî, kêliyek beriya niha li berdem balyozxaneya Rûsyeyê ya li Kabilê teqîneke mezin çê bûye.
Teqîn bi rêya êrîşekareke xwekuj pêk hatiye û xwe li berdem balyozxaneyê teqandiye.
Çapemeniya cîhanî behsa vê yekê dike ku, di encama teqîna han de gelek kuştî û birîndar jî hene.
Hin jêder behsa vê yekê dikin ku, di encama teqînê de 15 heta 25 kes bûne qurbanî lê çapemeniya Rûsyeyê diyar kiriye ku, tenê dîplomateke Rûsî û zirêvanekî balyozxaneyê birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin