500 malbet ji kempa Holê hatine vegerandin

350 ji wan malbetan niha li Enbarê jiyana xwe ya normal didomînin.
کوردستان TV
100%

Vê di demeke nêz de komeke din ji kempê werin vegerandin.

Parêzgarê Enbarê Elî Ferhan diyar kiriye ku, heta niha bi giştî 500 malbetên Îraqî ji kempa Hol ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ( Rojava) bo Îraqê hatine vegerandin.

Elî Ferhan diyar kiriye ku, 350 ji wan malbetan piştî karûbarên pêwîst yên qanûnî li parêzgeha Enbarê hatin bicîhkirin û jiyana xwe ya normal didomînin.

Ferhan ev yek diyar kiriye ku, karê komîteya amadekariyên pêwîst bo vegerandina awareyên Îraqî ji kempa Holê berdewamin û vê di demeke nêz de karwaneke din ji awareyên Îraqî ji kempa Holê bo Îraqê werin vegerandin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.