Jiber dizî û gendeliyê hatiye girtin.
Li gor çapemeniya Îraqê Serokê navenda ewlekariya nîştimanî ya parêzgeha Mîsanê ya Îraqê jiber gendelî û diziyê hatiye girtin.
Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, Serokê vê navenda han pîwerdariya xwe bi awayeke şaş bikar aniye û destê xwe di gelek bûyerên dizî, gendelî kirin û bertîl wergirtinê de hebûye.
Heta niha ne hikûmeta Îraqê û ne jî walîtiya Mîsanê li ser vê bûyerê ti daxuyaniyeke fermî belav nekirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin