Li Başûrê Rojavayê Qamîşlo ev navend hatiye avakirin.
Li gor zaniyariyên berdest, piştî demeke hewldanan, hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ya bi pêşengiya Amerîkayê, li Qamîşlo 3mîn navenda xwe ya leşkerî ava kiriye.
Ev navenda han ku, duhê hatiye vekirin, navendeke mezine ku, têde gelek hêzên hevpeymanî dimînin û dikeve nêzî gundê Niqar ya li 3km Başûrê Rojavayê Qamîşloyê de.
Jêder behsa vê yekê dikin ku, girîngiya vê navenda han eve ku, gelek nêzî balefirxaneya Qamîşloye ku, di destê hêzên Sûrî û Rûsyeyê de ye û navendeke sereke ya hevpeymaniya cîhanî dibe li herêmê de.
ev di demekê de ye ku, Tirkiye gefên xwe yên bo êrîş kirine ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin