Welatiyên Êzidî berdewamin li ser koç kirinê

di nava 3 hefteyan de 3 hezar Êzidî koç kirine.
کوردستان TV
100%

Rewşa Şingal û derdorê aloze û şênî nikarin vegerin.

Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya karûbarên Êzidiyan li civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê, welatiyên Êzidî jiber rewşa aloz ya Şingal û derdorê berdewamin li ser koç kirinê û ji welatê xwe derdikevin.

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku, jiber rewşa aloz ya Şingalê û nebûna derfet û mercên goncaw ya bo jiyaneke birûmet, şêniyên Şingal û derdorê yên ku aware bûne, navegerin ser malên xwe lê koça derveya welat dikin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, bi tenê di nava 3 hefteyan de 3 hezar welatiyên Êzidî ji deverê koç kirine.

Weke tê zanîn piştî komkujiya Êzidiyan ji aliyê DIŞIê ve di sala 2014an de heta niha zêdetir ji 100 hezar Êzidî berê xwe dane Ewrûpayê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.