Dibêje piştî çileya Îmam Husên dîsa dadikevin qadan.
Duhê li Bexdayê komek ku ji hijmareke zêde sune û alîgirên Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir pêk hatiye, xwepîşandaneke mezin lidar xist.
Ev koma han ku, navê Tişrînî li xwe kiriye, daxwaza darizandina gendelan, dizan û berpirsên ku, pîwerdariyên xwe cîhbicîh nekirine dikin.
Ev koma han yaku, di xwepîşandanên rojên derbasbûyî ya Bexdayê de jî beşdar bûye, rixmî tedbîrên tund yên ewlekarî, xwepîşandan kir û gef dike ku, piştî bi dawî hatina merasîmên çileya Îmam Husên vê li seraserê Îraqê dakeve qadan û xwepîşandanên mezin bike.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî li Îraqê jiber pevçûnan di navbera xwepîşanderan de zêdetir ji 15 kesan hatibûn kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin