Li Rojhilata Navîn li dijî Îranê tê avakirin.
Li gor nûçeyeke rojnameya WSJ ya Amerîkî, Amerîka, Îsraîl, Qeter, Siûdiye û çend welatên din yên deverê, dest bi cîhbicîh kirina projeyeke girîng û steratejîkî li dijî Îranê kirine.
Projeya han pêk hatiye ji ava kirina hêzeke dronî ya li dijî çalakiyên Îranê yên li herêmê de û navenda qordînasiyona giştî ya wan dronan jî li Qeterê ye.
Li gor projeyê, ji kanala Swîs ya li Misirê bigre heta peravên Îranê vê li seraserê herêmê zêdetir ji 100 dron çavdêriya liv û tevgerên Îranê bikin û îstîxbaratên xwe bi awayeke bilez û rast rast bişînin bo navenda qordînasiyonê ya li Qeterê.
Tê gotin ku, ev projeya han destpê kiriye û niha çend dron di vê çarçoveyê de mişxûlî kom kirina zaniyariyanin û cara herî dawî jî karîne keştiyeke Çînî yaku têde cebelxane hebûye û bo cîhekê veguhastiye keşif bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin