Reuters: Li Tirkiyeyê sansoreke dijwar tê meşandin

dibêje hezar û 500 kes rojane mişxûlî kontrol û sansor kirina çapemeniyê ne.
کوردستان TV
100%

Hikûmet rojane ferman bi dezgehên çapemeniyê dike.

Ajansa nûçeyan ya Reuters raportek derbarê rewşa çapemeniyê li Tirkiyeyê de belav kiriye û têde diyar kiriye ku, li Tirkiyeyê hikûmeta Erdogan sansoreke gelek dijwar bi ser dezgehên çapemeniyê de sepandiye.

Li gor raportê, rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê bi taybetî Serokê navenda çapemeniya koşka Serokkomarî, Fexredîn Altûn, rojane bi rêya watsap û telefûnê, rê nîşanî dezgehên çapemeniyê dide û ji wan re dibêje kîj nûçeyê biweşînin û kîj nûçeyê jî girîngî pê neden û naveroka nûçeyan çawe amade bikin.

Di raporta Reuters hatiye nivîsandin ku, niha çapemeniya Tirkiyeyê bûye çapemenieyke hizbî ku, bernameya xwe ji akpê werdigire û gelek rastî û bûyerên nava Tirkiyeyê vedişêre û qala wan nake. Di beşeke din ya raportê de, qala kuştina berdewam ya leşkerên Tirk li Sûriyeyê ji aliyê Rûsyeyê ve hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, rejîma Erdogan ferman bi çapemeniyê kiriye ku nabe bi ti awayî nûçe û raport derbarê kuştina leşkerên Tirk li Sûriyeyê de belav bike.

Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, navenda çapemenî û veguhastinê ya ser bi koşka Erdogan xwedan hezar û 500 karmende û karê rojane ya wan kesan kontrol kirin û sansor kirina çapemeniyê ye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.