Dibêje eşkence li koçberên Efxanî dikin.
Saziya afûya navnetewî raportek derbarê rewşa koçberên Efxanî de belav kiriye û têde her yek ji Tirkiye û Îranê bi eşkence kirin û binpê kirina mafên koçberên Efxanî têne tawanbarkirin.
Di raporta efûya navnetewî de hatiye nivîsandin ku, welatiyên Efxanî yên ku bo rizgar kirina xwe ji Talibanê ji welatê xwe koç dikin û berê xwe didin sînorên Îran û Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên wan du welatan ve, têne girtin, eşkenceyên dijwar li wan tê kirin û tevahiya mafên wan jî têne binpêkirin û pişt re jî bi awayeke ne însanî wan ji sînorên xwe derdixin.
Di berdewamiya raportê de hatiye eşkere kirin ku hêzên ewlekarî û leşkerî yên Îran û Tirkiyeyê jî bêyî ku, rewşa koçberên Efxanî û pîverên mirovatî li berçav bigirin, êrîşî raste rast dibin ser koçberên Efxanî û di encama wan êrîşan de jî koçber têne kuştin û birîndarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin