Îran sînorên xwe dîsa vekir

duhê rewşa Bexdayê piştî daxuyaniya Sedir normal bibû.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 24 seat bû tevahiya sînoran hatibûn daxistin.

Jiber şer û pevçûnên li Bexdayê, şeva duşemê, Îran ragihandibû ku, tevahiya sînorên xwe yên li gel Îraqê daxistiye û rê nade oldar û torîstên Îranî bo beşdarî kirina merasîmên çileya Îmam Husên serdana Îraqê bikin.

Lê piştî ku, duhê Serokê tevgera Sedir ferman bi xwepîşanderan kir ku, vekêşin û dawî bi xwepîşandanan bînin, rewşa Bexdayê aram bû, qedexeya hatûçû nema û Îran jî îro çarşem daxuyaniyeke nû weşand û ragihand ku, tevahiya deriyên xwe yên sînorî li gel Îraqê vekiriye û oldar û torîstên Îranî dikarin biçin Îraqê û beşdarî di merasîmên çileya Îmam Husên de bikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.