Rixmî qedexeya hatûçû lê şer dîsa destpê kir.
Şerê di navbera alîgirên tevgera Sedir û komên din yên şîe de yaku duhê şev destpê kiribû, îro danê sibê dîsa destpê kir.
Rixmî ragihandina qedexeya hatûçû, lê dîsa li navçeya Kesik ya li Bexdayê di navbera alîgirên Sedir û komên din yên şîe de şer destpê kir û niha jî şer berdewame.
Herwiha li Besre jî şer di navbera alîgirên Sedir û komên din yên çekdar de jî berdewame.
Jêderên tendirostî behsa vê yekê dikin ku ji duhê bişev ve heta niha 30 kes hatine kuştin û zêdetir ji 300 kes jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin