Tirkiye metirsiya herî mezine

dibêje Erdogan hewl dide li deverê de aloziyan çê bike daku dengên xwe zêdetir bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje bo hilbijartinan Erdogan kêşeyan çê dike.

Serokê komîteya têkiliyên derve yê kongrêsa Amerîkayê Robert Menendez di dema serdana xwe de bo Yûnanê rexneyên gelek dijwar li Erdogan û Tirkiyeyê kir.

Robert Menendez Erdogan dizane  lawaz bûye û di hilbijartinan de nikare serkeftin bidest bîne, lewre bo xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê û jibîr kirina qirîzên navxweyî yên Tirkiyeyê bi taybetî qirîzên darayî, bêkarî û giranî, Erdogan hewl dide bi çê kirina kêşeyan di siyaseta derve de, hêza xwe ya di nava Tirkiyeyê de kom bike daku di hilbijartinan de dîsa serkeftin bidest bîne.

Menendez herwiha eşkere kiriye ku, Erdogan li Rojhilatê behrê spî û çend deverên din siyasetên gelek metirsîdar dimeşîne û dixwaze aloziyan çê bike û niha Erdogan û siyasetên Tirkiyeyê bûne metirsiya herî mezin li ser Rojhilata behra spî û welatên peravê behsa psî.

Derbarê têkiliyên navbera Rûsye û Tirkiyeyê de jî nav hatî balkêşandiye ser vê yekê ku, nabe welatên endamên NATO têkiliyên xwe li gel Rûsyeyê bihêz bikin û ji Rûsyeyê amûrên leşkerî û teknolojîkî bistînin, jiber ku ev yek metirsiye bo ser NATOyê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.