Fazil Mîranî: Egerê derketina şerê navxweyî heye

dibêje eger wisa biçe Îraq jî dibe weke Libnanê.
کوردستان TV
100%

Sekreterê mekteb siyasiya PDKê huşdarî dide Îraqê.

Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî di babeteke xwe de ku, derbarê rewşa Îraqê de nivîsandiye huşdarî dide Îraqê.

Fazil Mîranî nivîsandiye ku, eger aloziyên navbera aliyên siyasî yên Îraqê wisa berdewam be, bê goman rewşa Îraqê jî bibe weke rewşa Libnanê û egera derketina şerê navxweyî li Îraqê gelek bihêze.

Mîranî herwiha nivîsandiye ku, weke herêma Kurdistanê di nava vê rewşa han de nabin aliyek ku bibe sedema çê bûna metirsiyan bo ser asayîşa civakî û destkeftiyên gelê Kurd, jiber vê çend Kurd hertim daxwaza diyalog û çareser kirina kêşeyan bi rêya danûstandian û rizgar bûn ji rewşên metirsîdar kiriye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.