2 endamên asayîşê birîndar bûne.
Ev sê roje operasiyona hêzên asayîşê li kempa Hol yaku, têde endamên DIŞI û kesûkarên wan dimînin, berdewame lê kesûkarên DIŞIiyan li berdem hêzên asayîşê astengiyan çê dikin.
Li gor zaniyariyên berdest, kesûkarên endamên DIŞIê naxwazên hêzên asayîşê di nava kempa hol ya li Hesekê de operasiyonê bikin û ev endamên DIŞIê ku amadekariya êrîş û revê ji kempê dikin binçav bikin.
Di encama êrîşa kesûkarên DIŞIiyan bo ser hêzên asayîşê herî kêm du endamên asayîşê birîndar bûne.
Weke tê zanîn beriya 4 rojan hêzên asayîşê planeke mezin ya endamên DIŞIê bo reviyan ji kempê eşkere kiribûn û pişt re jî hêzên asayîşê dest bi operasiyoneke mezin di nava kempê de kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin