Sedir pêşniyareke nû pêşkêşî aliyên Îraqî dike

dibêje bila aliyên siyasî yên niha beşdarî di prosesa siyasiya welat de nekin.
کوردستان TV
100%

Dibêje amadeye hikûmetê di demeke kên de ava bike.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku, jiber nakokiyên xwe yên li gel aliyên din yên siyasî yên Îraqê yên ku, di nava çarçoveya hemahengî dene û ser bi Îranê ne, prosesa siyasiya Îraqê xetimandiye, daxuyaniyeke nû weşand.

Sedir di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, eger her kes razî be ku, ev berpirs, aliyên siyasî û kesên ku piştî sala 2003an ve heta îro di nava prosesa siyasiya Îraqê de beşdar bûne, dev ji siyaset kirinê berden û xwe bo ti postek berbijêr nekin û destwerdanî di karûbarên siyasî û îdar yên welat de neke, vê demê amadeye rêkeftineke nû bo ava kirina hikûmetê di nava 72 seatan de îmze bike.

Weke tê zanîn ku niha jiber nerazîbûna Sedir ji prosesa siyasiya welat, parlemen bêbandor maye û alîgirên Sedir amadekarî bo xwepîşandanên berfiretir jî dikin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.