Ev doz li Amerîkayê hatiye vekirin.
Li gel nêz bûna dema serdana Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bo Amerîkayê, hinek aliyên siyasî û çalakvanên Îranî yên ku li Amerîkayê dijî li dijî Reîsî li New Yorkê dozek vekirin.
Di doznameyê de Reîsî bi tawana îdam kirina girtiyên siyasî û eşkence kirina wan li Îranê de hatiye tawanbarkirin û hatiye gotin dema Reîsî Cîgirê Dozgerê giştî bûye li Tehranê, di kuştin û îdam kirina girtiyên siyasî û eşkence kirina wan de roleke sereke lîstiye.
Dadgeha Amerîkayê jî dozname qebûl kiriye.
Biryare Serokkomarê Îranê Reîsî di meha Îlonê de eger Amerîka vîze bide wî, bo beşdarî kirin di civînên civata giştî ya Netewên Yekgirtî de serdana Amerîkayê bike.
Ev çend roje nêzî 10 Senatorên Amerîkî jî daxwaz ji hikûmeta welatê xwe dikin ku, vîze nede Reîsî û şanda Îranî.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî jî li Swêdê rayedarekî berê yê Îranê bi heman hincetê hatibû darizandin û cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin