Îran Kolbereke din kuşt û 2 kolber jî binçav kir

di nava mehekê de herî kêm 5 kolber hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Duhê li sînorê Baneyê çekdarên rejîmê Kolberekî Kurd kuştin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê li sînorê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encama êrîşa han de Kolberek bi navê Rêbwar Reşîdî canê xwe ji dest daye.

Ji aliyeke din ve, her duhê, li devera Pîranşar jî hêzên rejîma Îranê, du birayên Kurd ku, kasibkarin, binçav kirine.

Ev her du birayên han niha li girtîgeha Bajarê Nexede de ne.

Weke tê zanîn di nava mehekê de herî kêm 5 kasibkar û kolberên Kurd li sînora Baneyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.