Kurdistan: Tiştek bi navê dadgeha federalî tuneye

dibêje li gor destûrê tiştek bi navê dadgeha federalî tuneye.
کوردستان TV
100%

Duhê kompaniya Somo nameyek ji hevparên Kurdistanê re şandiye.

Piştî ku duhê kompaniya Somo li ser daxwaza dadgeha federalî, nameyek bo kompaniyên hevpar yên wezareta çavkaniyiên xwezayî  ya herêma Kurdistanê re şand û gef li wan kir, wezaret çavkaniyên xwezayî jî bertekek tund nîşanî dadgeha federalî, wezareta petrol û kompaniya Somo da.

Wezareta çavkaniyên xwezayî diyar kiriye ku, tiştek bi navê dadgeha federalî tuneye û ev pêngava ku, kompaniya Somo jî binpê kirina destûra hertimî ya Îraqê ye û ev yek ji bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, armanc ji vê nameya han têkdana diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û lawaz kirina abûriya herêma Kurdistanê ye ku, bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Di dawiya daxuyaniya wezaretê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku niha li Îraqê li gor qanûn û destûrê tiştek bi navê dadgeha federalî tuneye lewre biryarên vê dadgehê jî biryrên siyasî ne ne, biryarên destûrî bo vê yekê jî ev biryarên han nayên cîhbicîhkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.