Rûsye dibêje çend mûşekên Îsraîlî hatine xistin.
Li gor çapemeniya Rûsî, duhê bişev Îsraîl dîsa bi mûşekan êrîşî ser navçeya Mesayîf ya li Sûriyeyê kiriye, lê sîstema berevaniya asmanî ya Sûrî jî bersifa êrîşên Îsraîlê daye.
Çapemeniya Rûsî qala vê yekê kiriye ku, duhê bişev sîstema berevaniya asmanî ya Sûrî, li herêma Mesayif kariye çend mûşekên Îsraîlî pûç bike.
Li gor jêderên Rûsî duhê bişev balefirên Îsraîlî 4 mûşekên cros û 16 bombe avêtine herêma Mesayif ya li Hemayê, lê sîstema berevaniya Sûrî kariye mûşekan pûç bike.
Heta niha Îsraîl di vê derbarê de ti daxuyaniyek nedaye lê beriya du rojan artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku, li nêzî Hemayê êrîşî ser çend navendên leşkerî kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin