Mdeast: Ev tenê propagendeya hilbijartinê ye

dibêje Erdogan pereyê xelkê Tirkiyeyê bo propagendeyên xwe xerc dike.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje Erdogan nikare abûriya welat baştir bike.

Rojnameya Mdeast raportek derbarê rewşa abûriya Tirkiyeyê û pêngavên Erdogan yên bo keşif kirin û der anîna xazê nivîsandiye.

Di raportê de hatiye nivîsndin ku, rewşa abûriya Tirkiyeyê bi awayek têkçûye ku Erdogan û siyastên wî edî nikarin abûriya welat bixin ser rêyeke rast jiber ku, ji aliyekê ve buhayê lîreya Tirkî bi berdewamî di daketinê deye û ji aliyeke din ve jî qerên derve yên Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin.

Di raportê de hatiye eşkere kirin ku, niha li Tirkiyeyê rixmî zêde bûna bêhed ya qerên derve yên Tirkiyeyê, hevdem qirîza bêkarî û giranî jî rewşa xelkê Tirkiyeyê bi tememî aloz kiriye û çavkaniya tevahiya wan qirîzan jî siyasetên şaş yên abûrî yên Erdoganin.

Di beşeke din ya raportê de qala hewldanên Erdogan yên bo şandina keştiyên taybet bi dîtin û der anîna gaza xwezayî kiriye û nivîsandiye, ev hewldanên han ku, tenê çapemeniya desthilat wan gelek mezin nîşan didin, bi tenê pêngaveke sereke ya Erdogane bo propagendeya hilbijartinan jiber ku, Erdogan dizane di her warî de desthilatê wî lawaz bûye, lewre hewl dide, balê xelkê Tirkiyeyê li ser kêşeyên darayî û navxweyî dûr bixe û wan balan bixe ser mijarên derve û mijarên dûr ji rastî.

Di beşeke din ya vê raportê de hatiye nivîsandin ku, Erdogan bo xwe jî dizane ku, ne li behra Spî ne jî li deryaya reş nikare gazê keşif bike û der bîne lewre neçare bo ku, careke din di desthilatê de bimîne pereyeke zêde ya xelkê welatê xwe bo propagendeyên xwe xerc bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.