Bo 34mên salvegera enfala Behdînan peyamek pêşkêş kir.
Îro 34 sal bi ser enfal kirina devera Behdînan re derbas dibe û bo vê yekê jî Serok Barzanî peyamek weşand ku ev jî tekesta vê peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin
Roja 25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona heman salê, di berdewamiya tawanên rejîma Îraqê yên li dijî gelê Kurdistanê de, beşeke gelek zêde ji herêma Behdînan kete ber pêleke dije însanî, kîmiyabaran kirin, kuştin, girtin, veguhastin û enfal kirina welatiyên bêtawan, ji aliyê hêzên vê demê yên rejîma Îraqê ve.
Di encama ev tawana dijî însanî de bi hezaran welatî şehîd, birîndar, wenda û aware bûn û bi sedan gund jî hatin wêrankirin.
Mebesta rejîmê ji vê tawana han ya mezin guhertina demogirafiya Kurdistan û ji nav birina îradeya gelê Kurdistanê bi rêya çek û zordariya leşkerî bû, lê îradeya gelê Kurdistanê, bo mayîn û azadîxwazî, biser ket û ewin ku rastî şikestê hatin dijmin, neyar û tawanbar bûn ku ketine nava gilêşdaniya dîrokê de.
Di 34mîn salvegera enfala Behdînanê de silav li rihê paqijê şehîdên komkujiya Kurdên Feyilî, enfala Behdînan, Gerimiyan, Barzan û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dinirên, di vê bîranîna han ya xemgîn de ev yek eşkere dikin ku gelê me ti carî zimanê zordarî qebûl nake, lazime hikûmeta Îraqê jî qerebûya tevahiya wan tawan û sitemkariyan bide ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.
Mesûd Barzanî
25ê Tebaxa 2022an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin