Di nava du mehan de gelek caran balefirên Îsraîlî li ser Îranê geriyane.
Li gel eşkere bûne bersifa Amerîkayê ya li hember pêşniyarên Îranê yên derbarê bernameya etomiya Îranê de, hate zanîn ku balefirên cengî yên F35 yên Îsraîlî ku radarên Îranî nikarin wan destnîşan bikin, çend caran li ser asmanê Îranê geriyane.
Di vê derbarê de beşê Farsî yê ajansa indipindetê diyar kir ku, di nava du mehên derbasbûyî de balefirên cengî yên F35 yên Îsraîlî gele caran bi awayek ku, bêyî radara Îranê bi wan bihese, li asmanê Îranê geriyane.
Ajansê diyar kiriye ku, ev pêngavên Îsraîlî vê yekê îsbast dikin ku Îsraîl rê nade çi bi rêkeftin anjî bêyî rêkeftin, Îran bibe xwedan çekên etomî.
Ji aliyeke din ve ajansa Îlafê jî ragihandiye ku bo rûbirû bûna Îranê, Amerîka û Îsraîl li behra sor tetbîqateke hevbeş ya nihênî organîze kirine û amûrên leşkerî yên bin behrê yên Îsraîlê jî ev demeke dirêje ku tevahiya liv û tevgerên keştiyên sîxorî yên Îranî xistine bin çavdêriya xwe de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin