Îran: Bersifa Amerîkayê gehêşte destê me

îsraîl jî huşdarî dabû Amerîkayê û ragihandibû ku li dijî îmze kirina rêkeftineke nûye.
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Amerîkî jî dibêje bersifa Amerîkayê bo Îranê nerêniye.

Hewldanên navbera Îran û welatên Rojavayê bo îmze kirina rêkeftineke nû derbarê bernameya etomiya Îranê de didomin.

Di vê çarçoveyê de di gera dawî ya danûstandinan de hatibû diyarkirin ku cîhan û Îran gelek lihev nêz bûne û eger heye ku rêkeftineke nû di navbera Îran û welatên cîhanê de were îmzekirin.

Herwiha duhê jî Berpirsê siyasetê derve yê Ewrûpayê diyar kiribû ku di nava çend rojan de vê Amerîka bersifê bide pêşniyaran û eger b ersif erênî be vê rêkeftineke nû were îmzekirin.

Her duhê êwarê Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî jî diyar kiriye ku bersifa Amerîkayê gehêştiye destê Îranê. Lê nav hatî behsa naveroka bersifa Amerîkayê nekiriye.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Amerîkayê eşkere kiriye ku rayedarên Amerîkî bersifeke nerênî daye Îranê lewre rêkeftineke nû di navbera welatên cîhan û Îranê de nayê îmzekirin.

Beriya du rojan Îsraîl jî huşdarî dabû Amerîkayê û ragihandibû ku Îsraîl li dijî vê yekê ye ku rêkeftineke nû li gel Îranê were îmzekirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.