Ev cara duyeme di nava 24 seatan de.
Li gor çapemeniya Amerîkayê hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê careke din li herêma Dêra Zorê êrîşî ser navend û komên çekdar yên ser bi Îranê kirine.
Çapemeniya Amerîkayê diyar kiriye ku, di nava 24 seatan de ev cara dudiyane ku hêzên Amerîkî li Sûriyeyê êrîşî ser navend û komên çekdar yên Îranî li Sûriyeyê dikin.
Hate zanîn ku di encama êrîşa dawî de herî kêm 10 çekdarên Îranî di encama êrîşê de hatine kuştin û gelek navendên cebelxaneyên Îranî jî hatine wêrankirin.
Ji aliyeke din ve wezareta berevanî ya Amerîkayê jî ragihandiye ku ev êrîşa ku hefteya derbasbûyî bi dronan bo ser navenda Tenefê hatibû kirin ji aliyê komên Îranî ve hatiye organîzekirin û dron jî droneke Îranî bûye lewre me huşdarî daye Îranê û êrîşên vê dawî yên me jî nîşaneya girêdayî bûna Amerîkayê ye bi parastina ewlekariya hevparên xwe yên li Sûriyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin