Dibêje lazime eqiliyeta komkujiyê li Îraqê de nemîne.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 34mîn salvegera enfala Behdînanê de peyamek belav kiriye ku ev jî tekesta vê peyamê ye;
Di pêla enfala Behdînanê de ku, qonaxa dawî ya pêla bednav ya enfalê bû, rejîma Îraqê, weke tevahiya deverên din yên Kurdistanê, tawaneke din ya hovane, li hember xelkê devera Behdînanê pêk anî û di encama ev pêla han de ku, têde çekên qedexekirî jî hatibûn bikaranîn, bi hezaran kes şehîd, wenda û bi deh hezaran kes jî awareyên derdorê bûn û bi sedan gund jî hatin wêrankirin.
Di 34mîn salvegera ev tawana han ya hovane de, bi rêzdarî ve qurbaniyên enfala Behdînanê bibîr tînin û careke din ev yek dubare dikin ku, lazime hikûmeta Îraqê, li gor destûrê zirarmendên destê rejîmê û kesûkarên wan û kesûkarên qurbaniyên pêlên enfalê bi awayeke hêja qerebû bike ku ev jî mafeke rewa ya xelkê stem lêkirî yê Kurdistanê ye.
Herwiha lazime ev eqiliyeta ku di pişt pêkanînan wan tawanan de bûye nemîne û pêşî ji dûbare bûna ev komkujiyên han were girtin.
Di salvegera enfala Behdînanê de silav bo rihê paqêj yê enfalkiriyên Behdînan û tevahiya şehîdên Kurdistanê dinirên.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
25ê Tebaxa 2022
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin