Di 34mîn salvegera enfala Behdînanê de peyamek bo raya giştî weşand.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 34mîn salvegera enfala Behdînanê de peyamek weşand ku ev jî tekesta vê peyamê ye:
Îro 34mîn salvegera tawana enfala Behdînanê weke qonaxa dawî ya enfalê ye, em îro ev tawana han bibîr tînin, ku ji 25ê Tebaxê destpê kir û heta 6ê Îlonê dom kir û artêşa Îraqê derheq bi pêkhateyên cuda yên Behdînanê tawaneke mezin pêk anî.
Serê rêzdariyê bo rihê paqêj yê şehîdan ditewînin û bi rêzdarî ve wan bibîr tînin û silav bo malbet û kesûkarên wan dinêrin.
Tawana enfalê ku ji Gerimiyanê vê heta qonaxa Behdînan 182 hezar welatiyên bêtawan yên Kurdistanê têde bûne qurbanî û hatin şehîdkirin, weke çawe dadgeha bilind ya tawanan ya Îraqê li mokir hatiye, genocide û tawaneke mezin ya cengiye û tawaneke dijî mirovatî, lewre lazime bilez hikûmeta federalî ya Îraqê qerebûya kesûkarên qurbaniyan bike.
Li herêma Kurdistanê jî lazime xizmeteke zêdetir ya kesûkarên qurbaniyan were kirin û tawanên han jî werin dokomêntkirin û tevahiya hewlan jî bo ku ev tawanên han li ser asta cîhanî weke genocide werin nasîn werin bitevgerkirin.
Di vê bîranîna han de tekez li ser yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên herêma Kurdistanê dikin ku gerentiya yekane ya parastina mafên destûrî, destkeftiyên herêma Kurdistanê û pêşerojeke geşe bo nibşên me û dibe rêgir li berdem dûbare bûna ev tawanên ku, di dirêjahiya dîrokê de derheq bi tevahiya pêkhateyan, ax, heva û jîngeha Kurdistanê hatine kirin.
Bîranîna şehîdan hertim bilind û şikodar be, spas û rêz bo mêrxasiya xelkê Hewlêrê, Behirke û derdorê ku di nava kempên zorî ya Cejinîkan de bi hawara lêqewmiyên Behdînanê ve hatin û hevkariya wan kirin, mihiribanî û mirov dostiya wan ti carî nayê jê bîrkirin.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
25ê, Tebaxa 2022
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin