Amerîka û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

behsa reformên hikûmeta Kurdistanê jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê birêz Irvin Hicks kir.

Di civînê de jiber dest bikar kirina wî me pîrozbayî li Irvîn Hicks kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest. Herwiha me spasiya piştgîrî û piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê kir û xwesteke herêma Kurdistanê jî bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên du alî diyar kir.

Konsulusê giştî yê Amerîkayê rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember dest bikar kirina xwe li herêma Kurdistanê, hevdem amade bûna welatê xwe jî bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di her warekî de diyar kir.

Reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê, pir cure kirina abûrî, girîngî dan bi hêlbirîn û piştîvanî kirina kerta taybet mijarên din yên civîna me bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.