Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya xwe bo Konsulusê nû diyar kir.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Kurdistanê Irvin Hicks kir.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Irvin Hicks kir û piştîvaniya xwe jî bo ser xistina erkên wî bo nav hatî xwest.
Li hember de jî Konsulusê nû yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya li hember dest bikar kirina xwe li Kurdistanê diyar kir û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya bo berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel herêma Kurdistanê kir.
Her di heman civînê de her du alî behsa rewşa siyasiya Îraqê, pêşhatên dawî yên li Îraqê û astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê kirin û Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, rêya yekane ya çareseriya qirîzên niha yên Îraqê diyaloge û lazime aliyên Îraqê bi lihev kirinê li ser esasê destûrê kêşeyên heyî çareser bikin.
Derbarê rewşa navxweya herêma Kurdistanê de jî Barzanî behsa girîngiya yekdengî û yekrêziya aliyên Kurdistanî kir û anî ziman ku derfetên gelek baş hene ku têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û Kurdistanê werin bihêztirkirin.
Şerê dijî terorê, metirsiyên DIŞI, girîngiya pêşde birina demokrasî, parastina mafên mirovan û azadiyan li Kurdistanê û rewşa giştî ya deverê çend mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin