Îtlaata Îranê welatiyekî Kurd binçav kir

di nava du mehan de zêdetir ji 50 welatiyên Kurd hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Duhê danê sibê li Mehabadê ev welatî hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê sêşem, seat 5ê sibê hêzên îtlaatê li gundê Kose ya li Mehabadê êrîşî ser mala welatiyekî Kurd yê bi navê Cemal Elewî temen 37 sal kirine û nav hatî binçav kirine.

Her çend heta niha sedema binçav kirinê nehatiye zelalkirin lê tê gotin ku hêzên îtlaatê dest danîne ser amûrên taybetî yên Cemal Elewî.

Weke tê zanîn di nava 40 rojên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 53 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatine girtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.