Bo îmze kirina rêkeftineke nû Îran helwesta xwe guhertiye.
Rayedarekî Amerîkî ji kanala Cizîre re diyar kiriye ku, Îran gelek dixwaze li gel welatên Rojavayî derbarê bernameya etomî ya Îranê de û sist kirina dorpêçên ser Îranê bigehêje rêkeftineke nû.
Ev rayedarê Amerîkî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, diyar kiriye ku, Îran bo ku li gel welatên Rojavayê bigehêje rêkeftinê helwesta xwe guhertiye û gelek tewîzên mezin di mijarên hesas de daye.
Heman rayedar diyar kiriye ku eger di navbera Îran û Rojavayê de rêkeftineke nû jî were îmzekirin lê dîsa astengiyên berdem bernameya etomiya Îranê heta sala 2031an berdewam dibin.
Weke tê zanîn beriya niha Îran şer danîbû bo welatên Rojavayî û daxwaz kiribû daku spaha pasdaran ji lîsteya terorê were derxistin, lê welatên Rojavayê ev merca han red kiribûn û niha jiber bandora nerênî ya dorpêçên Rojavayê li ser Îranê rewşa abûrî û siyasî ya Îranê gelek têk çûye lewre Îran neçar bûye ku tewîzan bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin