Kazimî huşdarî dide hêzên çekdar

heşda şebî duhê gef li alîgirên Sedir kiribû.
کوردستان TV
100%

Dibêje nabe bi ti awayî destwerdanî di karûbarên siyasî de bikin.

Piştî gefên duhê yên çekdarên heşda şebî li dor amadebûna xwe ya bo berevanî kirin ji dezgehên fermî yên hikûmetê li hember alîgirên tevgera Sedir, Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî ku, jiber rewşa Îraqê serdana xwe ya bo Misirê bi dawî anî bû daxuyaniyek belav kir.

Mistefa Kazimî ku, hevdem Fermandarê giştî yê hêzên çekdare, diyar kiriye ku nabe bi ti awayî aliyên çekdar destwerdanî di karûbarên siyasî yên welat de bikin jiber ku erkê hêzên çekdar parastina welat û aramiya welate.

Weke tê zanîn duhê dîsa alîgirên Sedir çûn berdem navenda civata dadweriya Îraqê û kon vedan.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.