Li Dêrazorê gelek navendên çekdarên Îranî hatine bordimankirin.
Fermandariya navendî ya hêzên çekdar ya Amerîkayê ragihand ku, şeva derbasbûyî balefirên şer yên Amerîka û hevpeymaniya cîhanî, li Sûriyeyê êrîşeke berfire birine ser çekdarên Îranî û navendên leşkerî yên Îranî li Sûriyeyê.
Li gor daxuyaniya han, di encama êrîşê de ku, li navçeya Dêrazorê de pêk hatiye gelek çekdarên Îranî hatine kuştin û gelek navendên leşkerî yên Îranî jî hatine jinavbirin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, armanc ji êrîşên han berevanî kirin ji hêzên Amerîkiye ku, ji aliyê çekdarên Îranî ve rastî êrîşan tên.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin