Kazimî dawî bi serdana xwe bo Misirê anî

dibêje kiriyarên wisa welat dixe nava metirsiyan.
کوردستان TV
100%

Jiber rewşa Îraqê dawî bi serdana xwe aniye.

Li gel ku, îro alîgirên Sedir dîsa dest bi xwepîşandanên xwe kirin û çûne berdem navenda civata dadweriya Îraqê û kon hildan, Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî dawî bi serdana xwe ya bo Misirê anî û vegeriya Bexdayê.

Kazimî eşkere kiriye ku asteng kirina karûbarên dadgehan û civata dadweriya Îraqê dibe sedem ku rewşa welat aloztir bibe û welet bikeve nava metirsiyên mezin de.

Kazimî herwiha daxwaz kiriye ku rêz ji dazgeh û fermangehên fermî yên hikûmetê û serweriya wan were girtin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.