Dibêje vê Erdogan û Esed wêneyeke hevbeş jî parve bikin.
Nivîskarê Rojnameya Tirkiye (ya nêzî AKPê) Fûad Ugûr di dema beşdarî kirina bernameyeke telefizyonî de behsa siyaseta Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê kir.
Fûad Ugûr ji amadebûyên bernameyê re got: Hevalno, Erdogan li hember Beşar Esed rastî şikesteke mezin hat, vê li gel Esed bicive û wêneyek jî parve bike.
Weke tê zanîn beriya du rojan çapemeniya Îranê qala vê yekê kiribû ku vê Esed û Erdogan bicivin lê îro sêşem wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî ev yek red kir û ragihand ku Erdogan li gel Esed nacive.
Ji aliyeke din ve duhê jî hikûmeta Sûriyeyê ragihandibû ku eger Erdogan dixwaze têkiliyên xwe li gel Sûriyeyê normal bike, bila weke gava yekem tevahiya hêzên xwe li Sûriyeyê vekêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin