Alîgirên Sedir li Bexdayê kon vedan

Sedir daxwaz dike xwepîşandan werin berfiretirkirin.
کوردستان TV
100%

Li berdem civata dadweriya Îraqê kon vedane.

Îro careke din alîgirên Muqteda Sedir dest bi liv û tevgerên xwe û xwepîşandanên xwe kirin û di vê çarçoveyê de îro hijmareke gelek zêde ya alîgirên Sedir, li Bexdayê çûne berdem navenda civata dadweriya Îraqê û kon vedan.

Fermandarên hêzên Seraya Selam ya ser bi tevgera Sedir jî organîzatoriya xwepîşandana han dike.

Beriya du rojan Sedir dîsa daxwaz kiribû ku li seraserê Îraqê alîgirên wî dest bi xwepîşandanên berfiretir bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.